17 Mijdar 2016•Rojanekirin: 18 Mijdar 2016
ANKARA
Li bakurê Sûriyê di Operasyona Mertalê Feratê ya dijî hedefên rêxistinên terorê da duhê pevçûn derketin û di encamê da 2 muxalif şehîd ketin, 8 jî birîndar bûn
Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê, DEAŞ di serî da ji bo berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê, pêkanîna ewlehiya hidûd û piştevaniya hêzên hevpeymanê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku di 24ê Tebaxa 2016an da dest pê kiribû, ket roja 86emîn.
Di çarçoveya operasyonê da li herêma Qeredaxê tevdîrên ewlehiyê hatin standin, li deverên kontrolkirî herwiha çavdêrî, tespîtkirina hedefan, paqijkirina mayin û teqemeniyên destçêkirî berdewam in.
60 hedefên DEAŞê û 3 hedefên PYD/PKKyê yên ku bi wasiteyên tespîtkirina hedefan va tespît kirin, hatin gulebarankirin, stargeh, kozikên berevaniyê, tesîsên kontrola komutayê, çek û wesayîtên mensûbên DEAŞ û PYD/PKKyê hatin jinavbirin.
Di pevçûnên nav rojê da 2 mixalif şehît bûn, 8 mixalif birîndar bûn. Ji destpêka operasyonê heta niha mixalifan li qadeke hezar û 720 kîlomêtrekareyî 207 cih kontrol kir.
Di çarçoveya operasyonê da hêzên koalîsyonê operasyona esmanî nekir.
Li cihên ku ji DEAŞa rêxistina terorê hat paqijkirin, tîmên îmhakirinê 19 teqemeniyên destçêkirî îmha kirin. Bi van va ji destpêka operasyonê heta niha 36 mayin û hezar û 575 teqemeniyên destçêkirî hatin îmhakirin.