26 Mijdar 2016•Rojanekirin: 29 Mijdar 2016
HEWLÊR
Rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê û êzdî bertekê nîşanî hebûna PKKya rêxistina terorê ya li Şengala navçeya Mûsilê didin.
Li Şengala li ser sînorê Sûriyeyê ku hêzên pêşmergeyan ji DEAŞa rêxistina terorê rizgar kirin, her ku diçe hejmara milîtanên PKKyê zêde dibe û ev jî dibe sedem ku şiroveyên "PKK dixwaze Şengalê bike Qendîla duyemîn" bên kirin.
Cemal Mihemedê Sererkanê Herêma Kurdistanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Mihemed bertek nîşanî hebûna PKKyê ya li Şengalê da û wiha got: "Divê PKK dev ji xeyalan berde û Şengalê biterikîne."
Mihemed diyar kir ku Şengal ya Herêma Kurdistana Iraqê ye û wiha axivî: "Heqê PKKyê tuneye ku li vir bi cî bibe. PKK ne dikare li Şengalê û ne jî li derdorê wê bimîne."
- Kurdên êzdî ji ber xetereya PKK naxwazin vegerin Şengalê
Wek mayîn Mehme Xelîlê qaymeqamê Şengalê jî got ku PKK her diçe zirareke zêde dide gelê Şengalê. Xelîl îdia kir ku rêxistin bi zorê qîzên êzdî dibe Qendîlê, kurdên êzdî ji ber xetereya PKK naxwazin vegerin Şengalê.
Xelîl wiha got: "PKK avakirina Şengalê û hatina şêniyan li dijî berjewendiyên xwe dibîne. Welatiyên me dibêjin hetanî ku PKK hebe em naxwazin vegerin Şengalê. Lewra PKK qîz û xortên wan bi zorê dibe Qendîlê. Êzdî ji ber vê di nav tengasiyeke mezin da ne."
Xelîl got destûrê nadin ku PKK Şengalê têxe "Qendîla 2yan" û wiha pê da çû: "PKKyiyên ku xeyal dikin vê derê jî wê bikin Qendîleke duyemîn bila bizanibin ku ji me tu kes nahêla ev tişt çêbibe."
Serok Mesûd Barzanî jî di daxuyaniyeke xwe de wiha gotibû: "Tu karê PKKê li vê derê tuneye û lazim e ji bo menfeata xwe jî bir kar neyîne."
Serokwezîr Nêçîrvan jî di daxuyeniyeke xwe de wiha axivîbû: "Di meseleya Şengalê de kesê ku biryarê bide gelê Şengalê ye. PKK û hêzên din nikarin li ser navê gelê Şengalê biaxivin û biryaran bidin."
Navçeya Şengalê ji Mûsilê 120 kîlometre û ji Telaferê jî 45 kîlometre dûr e û cihekî stratejîk e.