Esat Fırat
30 Gulan 2021•Rojanekirin: 31 Gulan 2021
QUDIS (AA) - Li Qudsa Rojhilat a dagirkirî Cihûyên tundrev digel polêsan dikevin Mescida Eqsayê ya li herêma Bajarê Kevn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Weqfên Îslamî ya Qudsê da, hat diyarkirin ku 73 Cihûyên tundrev ji Deriyê El-Mexarîbeyê yê rojavayê başûrê Mescida Eqsayê va avêtin ser Herema Şerîf.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, koma ku di bin parastina polêsê Îsraîlê da bû, piştî ku li hewşa Herema Şerîf geriya, ji mabeda pîroz derket.
Cihûyên tundrev gelek carî bi vî awayê navborî bi ser Mescida Eqsayê da digirin ku ev yek jî dibe sedema rageşiyê.