24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2015
QUDIS
Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê li hin bajarokên Şerîeya Rojavayê 17 welatiyên Filistînê binçav kirin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê li El-Xelîl, Ramallah, Nablûs û Kalkîlyaya bajarokên Şerîeya Rojavayê 17 kes bi hinceta lêgerînê binçav kirin.
Hat îdiakirin ku ji wan kesên binçavkirî 3 kes endamên Hamasê ne.
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsê her tim di ser malên welatiyê Filistinê da digrin û bi hin hincetan wan binçav dikin.