03 Mijdar 2015•Rojanekirin: 04 Mijdar 2015
QUDIS
Hat ragihandin ku polêsên Îsraîlê qedexe kirin ku endamên parlementoya Îsraîlê (Knesset) nekevin Mescida Eqsayê.
Li gor xebera rojnameya Haaretzê ya Îsraîlê, şefê polêsan Bentzî Sao do di peyama ku ji Serokê Knessetê Yulî Edelsteîn ra şand da diyar kir ku biryar hat hildan hetanî fermaneke din ji bo endamên Knessetê ketina Mescida Eqsayê hat qedexekirin.
Sao di peyamê da destnîşan kir ku bi vê biyara qedexeyê va ragêşiya li Mescida Eqsayê bê sekinandin û wiha got: "Me li gor fikr û ramanên şêwirmendê hikûmeta Îsraîlê û rayeya di destê min da biryar hilda ku hetanî fermaneke din ji endamên Knessetê ra ketina Mescida Eqsayê hat qedexekirin."