11 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2019
ANKARA
YPG/PKKya rêxistina terorê li Sûriye û Iraqê zarokên ku bi darê zorê ji malbatên wan qetandiye û emrê wan di navbera 11 û 16 salan da ne dişîne eniyên lê şer dike.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê hilda PKKya rêxistina terorê bi salan e ku zarokan direvîne û yan jî bi xapandinê wan tevlî nav refên xwe dike û di çalakiyên terorê da bikar tîne. Rêxistin vî kurmê xwe yê xerab niha jî li Iraq û Sûriyeyê li hemberî zarokên welatiyên wê derê bi kar tîne.
Ev tevgera xerab a ku YPG/PKKya rêxistina terorê zarokan bi darê zorê ji malbatên wan diqetîne û li eniyên şer dide kuştin bi dehan carî di raporên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rapora Bazirganiya Mirovan û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan da cih girt.
Di tîrmeha sala 2015an da li Amerîkayê di Rapora Bazirganiya Mirovan da hat gotin ku PKKya rêxistina terorê zarokên malbatên bi eslê xwe Kurd in ji wan direvîne û yan jî bi darê zorê ji wan distîne û tevlî refên rêxistinê dike.
Di raporeke wek wê da ku ew jî di hezîrana sala 2016an da hatibû weşandin bal kişand ser heman rewşê û hat gotin PYD/YPGya baskê PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê qîz û kurên emrê wan hêj negihîştiye 15 salan hildide dibe kampan û tevlî perwerdehiya çekan dike.
Tê gotin ku di meha nîsana sala 2015an da digel îtiraz û dijî derketina malbatê keçika 16 salî ji hêla YPGê va bi darê zorê hatibû birin.
- Zarokên 12 salî tên xapandin
Li gor agahiyên di belgeyên welatên biyanî da cih digirin jî di nav da rêxistinên mafên mirovan û saziyên civakî yên sivîl jî balê dikşînin ser hewla PKKê ya ji mirovahiyê dûr.
Di vê çarçoveyê da Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di 19ê hezîrana sala 2014an da bi sernava "Di Bin Rêveberiya Kurd Da: Li Sûriyeyê li Herêmên PYDê Bidest Xist Muameleyên Xerab" raporek weşand û tê da hat gotin ku YPGê li cihên kontrolê yên ku li Efrîn, Kobanê û Cezîreyê ava kir keç û xortên di bin 18 salî da dişîne eniyên şer.
Komîsyona Lêkolîna Sûriyeya Serbixwe ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî jî di tebaxa sala 2013an da raporek weşandibû û destnîşan kiribû ku YPG li Efrîn û El Hesekê qîz û kurên hêj 12 salî ne wek mensûb temîn dike.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan jî di 10ê tîrmeha sala 2015an da raporeke bi sernava "Sûriye: Yekîneyên Kurd ên ku Qedexeya Eskerên Zarok Binpê Dike" weşand û hat gotin ku PYD/YPG wî sozê xwe yê ku wê keç û xortên di bin 18 salî da neşîne eniyên şer bi cih neanî.
Hat îspatkirin ku YPG û YPJ zarokên hêj emrê wan negihîştiye 18yan kiriye endamên xwe, wan li eniyên şer daye kuştin û di tîrmeha sala 2015an da jî der heqê wan bûyeran da jî belge derketin.
Li gor agahî û belgeyên di destê rêxistinên navneteweyî da destê rêxistinê da milîtanên zarok hene û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di lîsteya xwe da eşkere dike ku 59 zarok hene û ji wan jî 10 zarok ji 15 salî biçûktirin.
Tê gotin YPG qebûl dike ku ew keç û xortên emrê wan hêj 16 û 17 ne wek endam qeyd dike lê wan naşîne eniyên şer. Li gor Statuta Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî zarokên emrê wan hêj negihîştiye 15yî heke di şer da bên bikaranîn û yan jî çek bidin destê wan ev yek wek sûcê şer tê hesibandin.