Abdullah Tel
11 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2019
NEW YORK
Pîzavan Hakki Akdeniz ê bi eslê xwe ji Tirkiyeyê ye û li New York a bajarê Amerîkayê xwedî 7 dikanên pîzayê ye layiqê xelata penaberê serfiraz hat dîtin.
Xelata penaberê serfiraz ji hêla Komeleya Penaberên Amerîkayê û Ellis Island Honors Societyê va ev cara ewile ku îsal tê dayîn û wê xelatê jî Akdenîz qezenc kir.
Ji bo xelat dayînê bi navê ''Beacon Awards'' merasim hat kirin û Cerahê Tirk Dr. Mehmet Ozê li Amerîkayê dijî jî pêşkeşkirina merasima xelat dayînê kir.
Serokê Komeleya Penaberên Amerîkayê Murat Koprulu diyar kir ew cara ewile ji bo xelat dayînê merasimeke wiha organîze dikin. Koprulu destnîşan kir ku ew dixwazin xelatê bidin penaberên ciwan û pêngavên nû.
Hakki Akdenîzê Diyarbekirî ku xelata ewil qezenc kir li bajarê New Yorkê xwedî 7 dikanên "Champion Pizza"yê ye û ew herî zêde jî bi alîkariya dide feqîr û bêmalan va tê naskirin.
Akdeniz piştî ku xelat hilda daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Di sala 2001î da dema ez hatim Amerîkayê li ser min ji bo kirîna keriyek pîza bi qasî dolarek pere tunebû lê niha ez her rojên çarşemiyê bi sedan kerî pîza, sol, cil û berg û pêwîstiyên din didim bêmal û kesên hewcedar. Ez çiqas didim ewqas jî qezenc dikim."
Di dema merasima xelat dayînê da Akdeniz got ku demekî ew jî bêmal bû û qala çîroka jiyana xwe kir.
Di axaftina xwe da Akdenîz got ku Walîtiya New York û Şaredariya New Yorkê jî di nav da ji gelek saziyan bi qasî 12 xelat qezenc kir.