Dinya

Bi saya DNAyê piştî 22 salan dayika xwe dît

Zmnako Mihemed Ehmedê mexdurê Qetlîama Helebçeyê: "Piştî 22 salan min bi nimûneya DNAyê nû zanî ku dayîka min ya esil Fatma Salih e."

Fatih Gazioğlu  | 17.03.2018 - Rojanekırın : 19.03.2018
Bi saya DNAyê piştî 22 salan dayika xwe dît

Ankara

ANKARA 

Zmnako Mihemed Ehmedê ku ji Qetlîama Helebçeyê ya ku di 16ê adar 1988an de bi emrê Sedam Huseyînê Serokdewletê Iraqê yê heyamê bi xazên kimyayî yên ku ji balafiran hat avêtin hat kirin, 3 mehî sax xilas bibû ji bo ku dayika xwe ya rastîn bibîne 22 sal lê geriya.

Ehmed daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de got ku "Ez piştî 22 salan di encama testa DNAyê hîn bûm ku dayika min a ku min li Helebçeyê ew winda kiribû, Fatma Salih e."

Ehmed diyar kir ku ji qetlîama ku bi hezaran mirovên ku piraniya wan ji jin û zarokan pêk tê û bi xazên wekî xerdel û sarînê ya ku "bêhna wan wekî ya sêvan e" hatin kuştin de hat xilaskirin û wiha axivî:

"Piştî êrîşê ez xilas kirime û min birine Îranê û li Îranê malbatekî ez xwedî kirime. Dema ku 3 salî bûm dayika min a Îranî ez birim psîkologê û qala rewşê kir. Psîkolog gotiye ku divê serpêhatiya min hêdî hêdî merhele bi merhele ji min re qise bike. Ji ber ku ez welatiyê Îranê nebûm ezê bi awayî siberoj vê yekê hîn bibûma. Ji ber wê hêj di biçûkatiya xwe de ez hîn bûm ku di nav malbata xwe ya rastîn de nînim. Lê belê dayika min a Îranî tu carî ez ji hezkirin û rehmê tu carî mehrûm nehişt. Malbat ji bo min gelekî baş bû."


- "Ez ne welatiyê Îranê bûm ne jî yê Iraqê"

Ehmed diyar kir kesên ku karîn ji êrîşê sax bifilitin bênasname û bêwelat di nav nediyariyê de dijîn û got ku "Ez welatiyê tu welatê nebûm. Ez ne welatiyê Îranê bûm ne jî ya Iraqê."

Ehmed got ku êşa ku bebek, zarok û jin piştî şeran dikşînin bêterîf in û da zanîn ku di 16 saliya xwe de nema karî ku ber vê nediyariyê li ber xwe bide û di 16 saliya xwe de ji bo ku malbata xwe ya rastîn bibîne dest bi lêgerînê kir.

Ehmed wiha qala serpêhatiya xwe kir:

"Rojek ez di înternetê de rastî Komeleya Piştgirîdayîna Mexdûrên Kimyayî hatim. Ez jî wek mexdûrekî kimyayî min ji vê komeleyê re maîleke ku qala rewşa min dike bi rê kir. Ji birêvebirekî vê komeleyê kesek bi min re ket têkiliyê û ji bo ku malbata min a rastîn bibîne gelekî hewl da.Lê belê helwdan negihan encamê. Piştî demekî birêvebirekî komeleyê telefonî min kir û da zanîn ku Wezîrê Şehîdan a Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yê heyamê li Tehranê ye. Got ku dê der barê miajrê de min bi wezîr re bide xeber dan. Ez jî çûm Tehranê û min bi wezîr re der barê mijarê de hevdîtin kir. Wezîr got ku piştî qetlîamê 60 malbat ji bo ku zarokên xwe yên winda bibin bi gelek saziyan re di nav hevkariyê de ne. Ez jî piştî vê yekê ketim nav hêviyan. Piştî mehekî ji bo ji sînor ji Îranê derkevim ewraqên fermî hatin amadekirin."


- "Dema cara ewil ez vegeriyam Helebçeyê beriya ku bigihême bajêr min dest bi girî kir"

Ehmed got ji bo ku malbata xwe ya rastîn bibîne hat Iraqê û vir lêgerîna xwe dewam kir û wiha axivî: "Dema ez hatim Iraqê rayedarên wezaretê û Fexredîn Îbrahîmê ku niha yek ji nûçegihanên Hewlêrê yên Anadolu Agencyê ye gelekî arîkariya min kirin. Hem ji malbatan hem jî ji min nimûneyên DNAyê sitandin. Piştî ku encam derketin li Bîrdariya Şehîdan a Helebçeyê bername hat kirin. Dema cara ewil ez vegeriyam Helebçeyê beriya ku bigihême bajêr min dest bi girî kir. Hestên min bêpayan bn. Ez piştî 22 salan di encama testa DNAyê de hîn bûm ku dayika min a rastîn Fatma Salih e. Bi vî awayî piştî 22 salan ez giham malbata xwe ya rastîn."

- "Di nav berpirsyarên qetlîamê de şirketên Ewropayî jî hene"

Ehmed diyar kir ku kiryarên rastîn ên Qetlîama Helebçeyê digel ku 30 sal derbas bûn jî nehatin darizandin û got ku "Ji kiryarên qetlîamê elî Hesen El-Mecîdê bi nasnava "Kimyasal Elî" hat darvekirin. Bi heman awayî Sedam Huseyîn jî ji qetlîameke din sûcdar hat dîtin û darvekirin. Lê belê di nav berpirsyarên qetlîamê de şirketên Ewropayî jî hene. Van şirketan madeyên kimyayî dan Sedam Huseyîn. Ji bo van şirketan tu miameleyên qanûnî nehatin kirin."




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın