Hakan Çopur
14 Nîsan 2024•Rojanekirin: 15 Nîsan 2024
WASHINGTON (AA) - Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, ew êrîşên Îranê yên dijî Îsraîlê bi awayê herî bihêz şermezar dike, wî peyama "piştgiriya wan a ji bo Îsraîlê tam e" da Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û ji bo dayîna berteka dîplomatîk a hevpar, ew ê serokên G-7ê bicivîne.
Biden di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got, "Îran û rêxistinên têkildarî wê yên li Yêmen, Sûriye û Iraqê li dijî tesîsên eskerî yên li Îsraîlê êrîşeke asîmanî ya nedîtî pêk anîn. Ez van êrîşan bi awayê herî bihêz şermezar dikim."
Biden diyar kir, bi telîmata wî va hefteya çûyî hin unsûrên eskerî yên Amerîkan ber bi herêmê hatin şiqitandin ku alîkariya berevaniya Îsraîlê bikin û wiha got, "Di daxistina hema hema hemû dron û fuzeyan da yên (ji Îranê) hatin, me alîkariya Îsraîlê kir."
Biden qala peywendiya xwe ya bi Netanyahu ra ya bi têlefonê kir û wiha got, "Min cardin bal kişand ser pabendbûna Amerîkayê ya bi ewlehiya Îsraîlê ra."
Biden her wisa destnîşan kir, Îsraîlê îşev nîşan da ku çawa dikare xwe li dijî dijminên li herêmê biparêze.
Biden her wiha got ku ji bo dayîna berteka dîplomatîk a hevpar, ew ê serokên G-7ê roja yekşemê bicivîne.