EFRÎN/ANKARA
Digel ku serkirdeyên YPG/PKKya rêxistina terorê ji Efrînê reviyane, rêxistin destûrê nade sivîl ji bajêr derkevin. Mirovên ku naxwazin bibin mertalên zindî û dixwazin ji herêmê dûrbikevin, terorîst gulleyan berdidin wan û wan disekinînin.
Li gorî agahiyên ku AAyê ji çavkaniyên pêewle yên li nava Efrînê sitendin, ji ber ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de, Artêşa Tirkiyeyê digel Artêşa Azad a Sûriyeyê ketin sînorên navenda navçeyê de û di pêşrewiyê de ne, fişara rêxistinê li ser sivîlan zêde dibe.
Sivîlên ku razî nînin rêxistin wan weke mertalên zindî bikar bibe, dixwazin ji navenda navçeyê ber bi başûr ve biçin.
Lêbelê rêxistin sivîlan vedigerînê xalên teftîşê û dibe asteng ji derketinan re. Hinek sivîlên ku dixwazin derbasî Nubila di bin îşxala hêzên Îranî de ye, herwiha dixwazin derbasî herêmên di bin kontrola rejimê de, bibin, terorîst midaxeleyî wan dikin.
Pêşhat destnîşan dikin ku rêxistin dike ku kontrola navenda navçeyê ji dest bide.
- Droneyan wêneyê dema ku sivîlan dixwest derkevin û terorîstan ew gulebaran kirin, girt
Di wêneyên droneyên Artêşa Tirkiyeyê de yên ku li başûrê navenda Efrînê girtine, xuya dike ku xelkê ku dixwaze ji Efrînê derkevin li xalên teftîşê yên YPG/PKKya rêxistina terorê rêzeke dirêj çêkirine.
Hingî terorîstên ku dixwazin bibin rêgirê xelkê lê kontrolê ji dest didin, gulleyan dibarînin. Wê demê xelk di nava wesayitan de berepaş vedikişin û direvin.
Lê piştî demekê ew sivîlên ku ji bo derketina ji Efrînê li ber terorîstan radibibn dîsan dicivin.
Pişt re terorîst minîbuseke spî weke teqwiye dişînin. Wesayit bi hica pêşiya sivîlan digire û rê qut dike.
Sivîl minaqeşê bi terorîstên çekdar re dikin û di wê navberê de sivîlek bi motorsîkletekî hewl dide barîkatê derbas bike. Lê belê terorîst nahêlin.
- Yên ku bi bertîlan derketin ji Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad re hatin arastekirin
Ji aliyekî din ve rê xistina terorî di nava rojê de, ji hinekan serê şexs derdora 1000 dolarî bertîl sitend û bi şertê ku ber bi guzegerha Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ve herin, ew berdan.
Hinek wesayitên ku bi vî şiklî derketin ber bi başûrê navçeyê ve û ber bi Til Rifeta li aliyê rojhilat ve bi rê ketin.
- Bi 400-500 dolarî meaş ber bi Efrînê ve sewqiyat
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî yên li Hesekê sitendin, YPG/PKK li Hesekê û Qamişlo, bi meaşekî weke 400-500 dolarî dixwaze çekdaran bişîne Efrînê.
Duhê rêxistinê nêzîka 100 kesî bi vî şiklî ji derdora Hesekê şandin Efrînê.
- YPG/PKK bi cilûbergên sivîl têkelî nav gel dibe
Ji aliyekî din ve piştî pêşrewiya Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ber bi Efrînê ve, rêxistin cilûbergê çekdarî yên terorîstan ji wan dike û dihêle ku bi cilûbergê sivîl têkelî nav gel bibin.