Abdullah Tel
09 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2017
PARÎS
Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan destnîşan kir însiyatîfa ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hilda ser xwe û Qudis wekî "paytextê Îsraîlê" qebûl kir însiyatîfeke li gor hiqûqa navneteweyî nîne û wiha pê da çû: "Tam jî di vê heyamê da însiyatîfa ku bi destê Serok Trump Qudis wekî paytextê Îsraîlê îlan kir û Serkonsolosxaneya Amerîkayê wê ji Tel Avîvê bibin Qudsê însiyatîfeke ji hiqûqa navneteweyî dûr e."
Le Drîan di weşana zindî ya BFMTVê da mijarên di rojevê da nirxand û daxuyanî da û diyar kir ku mirovahî niha di rewşeke derasayî ya bi hêrsok da ye û wiha dewam kir: "Ez wisa texmîn dikim ku ji şerê sar heta niha li Rojhilata Navîn û Rojhilata Dûr em rastî tiştekî wiha nehatin û heyameke wiha zor nejiyan û ev bê vî jî naqede. Tam jî di vê heyamê da însiyatîfa ku bi destê Serok Trump Qudis wekî paytextê Îsraîlê îlan kir û Serkonsolosxaneya Amerîkayê wê ji Tel Avîvê bibin Qudsê însiyatîfeke ji hiqûqa navneteweyî dûr e."
Le Drîan got ku biryara Trump li herêmê zirar da wan hevdîtinên ku ji bo çareseriya dudewletî dihatin kirin.
Wezîrê Karên Derva yê Fransayê ragihand ku ew wek Fransa vê biryarê qebûl nakin.