29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
NEW YORK
Li DYAyê dadgeheke federal biryarnameya serokatiyê ya hatina welatiyên 7 dewletên misilman ji bo DYAyê qedexe kiribû ji bo demeke berwext rawestand û biryar da kesên li balafirgehan hatine binçavkirin bila ji welêt neyên şandin û dersînorkirin.
Di rûniştina li dadgeha federal a New Yorkê hat kirin da Dadwera Federal Ann Donnelly biryara dersînorkirinê bi hinceta "zirareke wisa ye ku telafiya wê tuneye" nepejirand û ji bo welatên welatiyên wan wê nikaribin bikevin DYAyê biryar da ku ew kes wê bikaribin heta demekê li DYAyê bimînin.
Serokê DYAyê Donald Trump biryarnameya ku ji bo penaberên sûriyî û welatiyên Îran, Iraq, Sûriye, Sûdan, Libya, Somalî û Yêmenê rê li wan digire û nahêle bikevin DYAyê îmze kiribû û biryar roja înê ket rewacê. Piştî vê jî li Balafirgeha John F. Kennedy a New Yorkê du welatiyên Iraqê hatibûn binçavkirin.
Parêzerên Yekîtiya Azadiya Sivîl a Amerîkayê li ser vê ji bo serbestmayîna welatiyên Iraqê û rawestandina biryarnameya ku rê li ber hatina penaber û hin welatiyên welatên misilmanin digire bê rakirin, doz vekiribûn.