Muhammet Kurşun
30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
QUEBEC CITY
Li bajarê Quebec Citya eyaleta Quebeca Qenedayê êrişeke çekdarî li ser camiyekê hat kirin, di encamê de 5 kes hatin kuştin
Li Quebec Citya ku navenda eyaleta Quebecê ye 3 kesên nenas êrişeke çekdarî birin ser Navenda Çandê ya Îslamî ya Quebec City ku di heman demê de wek camî dihat bikaranîn.
Li gor agahiyên ku şayethalên bûyerê dane rojnamevanan, êriş di kêliya nimêja eşayê de hatiye kirin ku 40 Misilman li ser nimêjê bûne.
Piştî bûyerê gelek ambûlans û tîmên polêsan sewqî cihê bûyerê kirin.
Metirsiya ku jimara kuştî û birîndaran zêde bibe heye. Saziyên resmî dê der barê bûyerê de daxuyaniyê bidin.