29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
SILÊMANÎ
Li deverên sînorê Herêma Kurdistana Iraqê û Îranê ji ber berf û bagerê hemalên ku li deriyê sînor barkêşiyê dikin ketin zehmetiyê.
Li Pênciwîna navçeya Silêmaniyê li Deriyê Sînor ê Helalawa-Meso ku ji bihurînên navneteweyî ra girtî ye û bi tenê destûr heye ku hemal barkêşiyê bikin, ji ber berf û bagerê astengî derket.

Li deriyê sînor hemalên ku bi piranî alav û amûrên nava malê ji Iraqê bi piştan dikişînin hêla Îranê, ji ber berfê ketin zehmetiyê. Ji ber asêbûna herêmê û nebûna çandiniyê, xelk bi piranî debara xwe bi hemaltiyê dike û ji ber hindê digel sir û sermayê, berf û bagerê dixebitin.
Kesên ku li ser sînor hemaltiyê dikin, serê sibê tên ciyê bar. Li vir hemal paşê alavên bazirganên ji Iraq û Îranê hildigirin, didin pişta xwe û 5 kilomêtro rê peya diçin.
Mihemed Raûf ku di zaroktiya xwe da alîkariya bavê xwe dikir û niha jî ji bo debara zarokên xwe vî karî dike, daxuyanî da peyamnerê AAyê û wiha xeberda, "Li navçeya Pênciwînê qedera hezarek însan debara xwe bi hemaltiyê dike. Li Îranê jî 3 hezar kes derbasiya xwe bi hemaltiyê dikin. Em rojê biqasî 5 kilomêtro rê peya diçin û 6 dolarî qezenc dikin. Ev perekî zêde nîne, lêbelê çareyeke me ye din jî tuneye."
Raûf bal kişand ku ew ji Iraqê bal Îranê bi piranî cilûberg, cihazên elektonîk, alavên nava malê û klîmayên mezin dibin.

Helalawa girêdayî navçeya Pêncwîna Silêmaniyê, Meso jî girêdayî navçeya Merîwana Eyalata Kurdistana Îranê ye. Ev deriyê sînorî di warê guhastina nêvneteweyî da tenê ji hemalan ra vekiriye.
