20 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
CENEVRE
Hat ragihandin hejmara kesên di bobelata lehiyê ya Perûya ji welatên Başurê Emrîkayê ye da mirin, derket 75an.
Federasyona Komeleyên Hîvasor û Xaçênsor ên Navneteweyî (IFRC) ragihand ku nêzî 70 hezar kes ji ber lehiyê bê mal mane.
IFRCê di daxuyaniya xwe da daneyên Enstîtuya Parastina Sivîl a Neteweyî ya Perûyê bi kar anî û destnîşan kir ku ji ber barîna li çar aliyê welêt bû sedema lehî û hezazê 75 kes mirin û mal û berhemên 625 hezar kesî jî zirar dîtin.
Di daxuyaniyê da hişyarî hat dayîn ku heta meha nîsanî wê barîn dewam bikin û IFRCê destnîşan kir tevlî Xaçasor rewşa Perûyê ji nêz va dişopîne û ji bo alîkariyên hewce bikin jî amade ne.