Dinya

Borrell bertek nîşanî gotinên li ser Şerîeya Rojava yên Wezîrê Îsraîlî Kartz da: "Ji binî va nayê qebûlkirin"

Selen Valente Rasquinho  | 29.08.2024 - Rojanekırın : 30.08.2024
Borrell bertek nîşanî gotinên li ser Şerîeya Rojava yên Wezîrê Îsraîlî Kartz da: "Ji binî va nayê qebûlkirin"

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê Yisrael Katz gotibû ku Filistîniyên li Şerîeya Rojava wê bi darê zorê ji cî û warên wan bên kirin. Nûnerê Payebilind ê Polîtîkaya Têkiliyên Dereke û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell bersiv da daxuyaniya Wezîr Katz û wiha got, "Ev ji binî va nayê qebûlkirin."

Borrell li Brukselê beriya Civîna Wezîrên Karên Derva yên YEyê ya nefermî daxuyanî da rojnamegeran.

Borrell li ser rewşa li Xezeyê sekinî û wiha got, "Her roj ji roja beriyê xerabtir e. Mizakereyên agirbestê her car dirêj dibin û tu encam nayê bidestxistin. Di vê navberê da bombebarandin dewam dikin, jimara kuştiyên sivîl zêde dibe."

Borrell daxuyaniya Kartz ya "Wekî ku li Xezeyê tê kirin divê gelê Şerîeya Rojava bi komî û darê zorê ji cî û warên wan werin kirin." wiha şîrove kir: "Li Xezeyê çi anîne serê merivan, kêm zêde wê heman tiştî bikin".

Borrell got, ew hêvî dike ku wezîrên karên derva yên welatên YEyê li hemberî rewşa li Xeze û Şerîeya Rojava dengê xwe bilind bikin û wiha got, "Ev yek ji binî va nayê qebûlkirin."

Borrel duh jî di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî da hişyarî dabû Îsraîlê ku wêrankirin û êrîşên ku li Xezeyê kirin veneguhezîne Şerîeya Rojava.

- Pêşniyaza li dijî wezîrên Îsraîlî pêkanîna mueyîdeyan

Borrell diyar kir, wî ji welatên YEyê ra pêşniyaz kir ku wezîrên Îsraîlî yên ji çalakiyên tundiyê yên bicihbûyiyên Îsraîlî yên dijî Filistîniyan berpirsyar in, daxilî rejima mueyîdeyan a YEyê bikin, lêbelê ji ber ku civîna îro xeyrî fermî ye, biryarekê dernekeve.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.