WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê Harf, serdana Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Burnsî, bi wezîrên karên derve yên Mîrektiyên Ereban û Qatarê û temsîlkarê taybet yê YEyê Bernardino Leon re ji bo Alîkarê Serokê Konseya Rêber a Îxwanê erê kir.
Li ser pirsa rojnamegerekî Berdevkê Wezaretê got ku erê ez dikarim vê xeberê pişt rast bikim.
Harf da zanîn ku ev hevdîtin ji bo ku şîdet bisekine, alozî çareser bibe, hukûmeteke hilbijartî were serî û di navbera Misrîyan de guftûgoyeke berfireh bê kirin, çêbû. Her wiha hevdîtin bi alîkariya otorîterên Misrî çêbû.
Hat pirsîn gelo planeke spesîfîk a ku li ser difikirin heye an na? Harf jî got ku ev hevdîtineke fikirbaziya dîplomatîk bû. Alîlkarê Serokwezîr çend car e tiştên ku me li jorê anî ziman, îfade dike û dide zanîn ku divê li Misrê çareseriyeke bi dengê herkesî çêbe.
Harf da zanîn ku vê gavê planeke wisa nîne ku Burns bi Serokmarê hilbijartî yê yekem Mûhammed Mûrsî re hevdîtinek pêk bîne.
Harf got ku Burns ji bo ku alozî û pevçûnên li Misrê bitefin û ji bo ku pêleke pirdengî dest pê bike, li Misrê teklîfa alîkariyê kir û got em dikarin xwe bidin ber alîkariya ji bo we. Rojnamenûsan pirsî ku çima Burns bi rojnamenûasan re naaxife, li ser vê Harf got ku vê gavê di bernama wî de tiştek wiha nîne û hêj jî cenabêt wî li Misrê ye.
Harf da zanîn ku rola me dê ji hêla Misrê ve were dayîn, çimkî em alîgiriya tu hêlê nakin û her wiha di navbera Misir û DYAyê de têkiliyên bi salan û dûvdirêj hene.
Serokê Komîteya Hiqûqê ya HAPê Mûxtar el-Aşrî da zanîn ku Burns Katatnî di Girtîgeha Tûrayê de zîyaret kir û axaftineke taybet pêk anî.
Hat zanîn ku Katatnî ji Burns re gotiye ku em ê dev ji vegerandina Serokomarê hilbijartî Mûrsî bernedin û her wiha birêvebiriya artêşê jî nepejirînin.
Ji hêla din ve jî wezîrê Parastinê yê DYAyê Hagel û Sîsî bi hev re axivîn.
Berdevkê Pentagonê George Little di daxuyaniya nivîskî de got ku hevdîtina Hagel û Sîsî li ser serdana DYA û YEyê ya li Misrêk bû.