ERBİL
Rêxistinên Sîvîl yên Civakî yên li Birêvebiriya Herêma Kurdistana Îraqê ya Federal (BHKÎF) erîşên Eniya El-Nusrayê yên li Suriyê şermezar kirin.
Rêxistinên Sîvîl yên Civakî (RSC) li herêmê civîna çapemeniyê li dar xistin û di civînê de diyar kirin ku ji ber şerê di navbera Eniya El-Nusra û PYDê de bi fikar in.
Serokê Lijneya Bilind ê RSCyê Adnan Enver Bek îdia kir ku şerê li Sûriyê li dijî rejîmê dest pê kiriye, lê niha kurd wek hedef girtine û got: ''Eniya Nûsra, êrîşê kurdan dike, em van êrîşan bi tundî şermezar dikin.''
Bek daxwaza xwe ya ji bo alîkariya kurdên li Sûriyê anî ziman û got: ''Em dixwazin ku Mesûd Barzanî peywira xwe ya di vê mijarê de bîne cih û alîkariya kurdên li Sûriyê bike.''
Bek divê partiyên kurdan pirsgirêkên di nava xwe de çareser bikin û bibin yek. Bek di dawiyê de got: ''Divê em wek Rêxistinên Sîvîl yên Cîvakî û welatî alîkariya birayên xwe yên Sûriyeyê bikin. Bi taybetî jî alîkariya Desthilatdariya Kurdistanê girîng e.''