16 Adar 2016•Rojanekirin: 17 Adar 2016
SILÊMANÎ
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî wiha got, "Em amade ne ku li ser fomuleke din a rêvebirinê ya ku hemû xelkê Iraqê û yê herêmê qebûl bike, diyalogê dest pê bikin û gotûbêjê bikin, lêbelê bêyî beşdariya xelkê Kurdistanê tu planeke bo herêmê naçe serî."
Barzanî di axaftina xwe ya li "Çaremîn Forûma Salane ya Silêmaniyê ya Navneteweyî" da ku bi destê Zanîngeha Amerîkayê li Silêmaniyê tê lidarxistin, destnîşan kir ku herêma Kurdistanê seba hinartina neftê û çareserkirina qeyrana budçeyê ya bi hikûmeta navendî ra gelek carî hewl da.
Barzanî diyar kir ku hemû hewldanên wan beredayî çûn, lê digel van ew dîsa jî dixwazin ku bi Bexdayê ra rêkeftinekê pêk bînin û wiha dewam kir:
Divê rewşa rastîn a mewcûd a Iraqê li ber çavan bê girtin û wiha gav bên avêtin. Aniha behsa rêveberiya welat û hikûmeteke nû bû tê kirin, lêbelê divê ev xal baş bê zanîn ku formula jiyana hevra têk çû. Em amade ne ku li ser formuleke din a rêvebirinê ya ku hemû xelkê Iraqê û yê herêmê qebûl bike, diyalogê dest pê bikin û gotûbêjê bikin, lêbelê bêyî beşdariya xelkê Kurdistanê tu planeke bo herêmê naçe serî."
- "Pêdiviya me bi alîkariya madî ya civaka navneteweyî heye"
Barzanî bal kişand ku herêma Kurdistanê di nava qeyraneke gewre ya aboriyê û pêvajoyeke hesas da ye û seba çareserkirina qeyrana navborî tu welatî alîkariya madî neda wan.
Barzanî herwisa diyar kir ku ew li benda alîkariya civaka navneteweyî ne ku di mijara şandina para wan a budçeyê da zextê li hikûmeta navendî ya li Bexdayê bikin. Barzanî got ku di warê têkoşîna dijî DAEŞê da jî wan alîkariya hewce a madî hilneda û wiha axivî:
"Civaka navneteweyî û welatên bihêz ên cîhanê di mijara şandina butçeya herêma Kurdistanê ya ji layê hikûmeta navendî ya Iraqê da erka ku dikeve ser milê wan neanîn cî. Bi minasebeta vê forûmê ez dixwazim dubare bêjim ku di qonexeke evçend dijwar da pêdiviya xelkê Kurdistanê û Pêşmerge bi alîkariya madî ya civaka navneteweyî heye."