QAHÎRE
Muhemed el-Bîlteciyê ji Serokên Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) ji bo keça xwe Esmaya 17 salî nameya xatirxwestinê nivîsî. Esma di xwepêşandanên li qada Rabîatûl Adewiyeyê ku li dijî derbeyê hat lidarxistin de ji aliyê nîşangirekî ve hat kuştin.
Bîltecî name li ser hesabê xwe yê înternetê weşand û wiha got:
"Keça mina xoşewîst û mamosteya mina hêja...
Ez xatirê xwe ji te naxwazim lewra emê sibê hevdu bibînin. Te li hemberî tûxyanê serî hilda û bi serbilindî jiyayî. Te hemû astengî red kirin û tu bûyî aşiqê azadiyê. Tu ji bo ku ev ummet di şaristaniyê de cihê ku heq dike bigre, wê ji nû ve vejînî û ava bikî bê deng li asoyên nû digeriyayî. Tu li pey karên ku hevalên pê re mijûl dibûn neketî. Di dersên xwe de her gav yekemîn bûy lê daxwaza te ya hînbûnê tu carê kêm nebû.
Di vê jiyana kurt de ez ji sohbeta te têr nebûm. Dema min, bi qasî ku ez kêf bikim û şa bibim pir nebû. Li qada Rabîatûl Adewiyeyê dema ku em cara dawîn hatin bal hev, te gazinên xwe li min kiribû û te gotibû: "Dema ku tu li bal me yî jî, ji me dûr î." Min jî ji te re gotibû: "Keça min, ev jiyan bi qasî ku em bên bal hev û ji hev têr bibin, dirêj nîne. Ez hêvî dikim ji bo ku em ji hev têr bibin Xwedê Teala di bihûşta xwe de vê sohbetê nesîbî me bike."
Du roj beriya ku tu bibî şehît min tu di xewna xwe de, di nav cilên bûkaniyê de dîtî. Tu wisa xweşik bûyî ku ew rindî li vê dinyayê tuneye. Dema ku tu bi awayekî bê deng hatî û li bal min rûniştî, min ji te pirsî: "Ma îşev, şeva deweta te ye?" Te jî got: "Deweta min ne êvarê dê danê nîvroyê bê kirin. Roja çarşemê dema ku xebera şehîdbûna te ji min re hat, min wê demê fêhm kir ku te di xewnê de dixwest ji min re çi bibêjî. Min ji Xwedê re dia ku te wek şehîd qebûl bike. Şehadeta te jî nîşanî me da ku em di baweriya xwe de mafdar in û dijminê me jî batil bi xwe ye.
Ez gelekî xemgîn bûm ji ber ku di dawiyê de min tu nedîtî, eniya te maç nekir, beşdarî nimêja cinazeyê te nebûm û negihîştim wê şerefê... Tiştê ku ez ji van dûr hiştim ne tirsa hucreyên tarî û ne jî tirsa mirinê bû. Ji bo ku ev doza me bigihêje armanca xwe, ev şoreşa ku te ji bo wê serê xwe da bimeşe ji ber vê yekê ez li wê derê nebûm.
Li hemberî zaliman serê te bilind bû, te li ber xwe da, guleyên xedar li singê te ketin û te rihê xwe da. Wêrekiyeke te ya çiqas xweş û nefseke te ya çiqas bi terbiye hebû. Ez wisa bawer dikim ku tu li soza xwe ya ku te dabû Xwedê xwedî derketî, Xwedê jî li soza ku dabû te... Loma şerefa şehadetê nekir nesîbê me, ew şeref bû nesîbê te.
Di dawiyê de keça mina xoşewîst û mamosteya mina delal...
Ez xatirê xwe ji te naxwazim, bereksê wê bi hêviya hev dîtinê. Hevdîtina me, dê bi cenabê pêxember û eshabê wî re, di nêz de li ser Hewza Kewserê be. Nêzî Xwedayê xwedî qûdreta bêdawî û fermanrewatiyê. Li cem wî di rewşeke bi rûmet û şeref de. Bi hêviya ku em qet ji hev neqetin û bi hevdîtineke ku em ji hev têr bibin..."