QAHÎRE
Dayîka Esmayê Sena el Bîltecî dema ku behsa birina nexweşxanê ya keça xwe kir, wiha got : "Dema ku ez çûm li bal Esmayê, bi sebr û metanet bû û digot 'Ya Reb, Ya Xwedê'. Min ser çavê wê paqij dikir û min jê re digot 'keça min sebir bike û bi metanet be' Ew jî ji bo ku ez li ber wê nekevim, ji min re digot, 'Dayê ez baş im'. Min wê li odeya emeliyatê hişt û ez derketim. Piştre xebera şehadeta wê hat.
Malbata Esmaya ku li Misirê di encama mûdaxeleya hêzên ewlehiyê ya li xwepêşanên li qada Rabîatul Adewiyeyê kirin de mir û di xwepêşanên li gelek welatan de bû nîşana berxwedanê, der barê kûştina keça wan û biryara girtina Muhammed el Bîltecî de hestên xwe bi nûçegihanên AAyê re parve kirin.
'Dema ku ew li bal min bû, min xwe rehet hîs dikir'
Malbata Esma el Bîltecî li herêma Nasr Cîtyê dijî. Dayîka Esma Sena el Bîltecî der barê keça xwe de hîsên xwe bi nûçegihanê AAyê re parve kir. Dayîk Sena got: "Çar law û keçek min hebû. Dema ku Esma şehîd ket, wekî ku ez tenê bimînim. Lewra Esma ji min re ne weke keç, weke dayikek bû. Wextê ku çû ber dilovaniya Xwedê, tu dibêjî qey ne keça min, lê dayîka min mir. Dema ku ew li bal min bû, ez dilxweş bûm.
Dayîk Selma der barê operasyona li qada Rabîatul Adewiyeyê de got: "Me dizanibû dê mudaxaleyê bikin. Lê me bawer nedikir ku ev qas hovane tevbigerin."
Sena el Bîltecî behsa roja şehadeta Esmayê kir û got: "Bombeyên xazê avêtibûn her derê. Me li dora xwe kesên şehîd dibûn, didîtin. Min li ser çavê Esmayê nêrî, temenê wê biçûk bû lê belê sipîsax li ser lingan disekinî û wêrekî dida min jî. Di nava gule û bombeyên xazê de şûşeyeke avê xist destê min û got ez ê destnimêj bigirim. Ji bo ku tesîra xazê sivik be jî ava sîrkeyê li ser çavên min dikir. Ji bo ku em herin nexweşxaneya Sahrayê pir lava kir. Nêzî deh deqeyan telefona xwe venekir, piştre min ew dît û ez hebekî pê re xeyidîm û min jê re got: 'Esma em nizanin dê çi bibe û ji bal min veneqete. Lê wê li min nêrî, ez maçî kirim û çû. Piştre kurê min Xalid gihişt min û got Esma birîndar bû. Em bi lez û bez çûn nexweşxaneya Sahrayê. Li her derê mirî û birîndar hebûn. Em gihiştin li cem Esmayê, bi sebr û metanet bû û digot 'Ya Reb, Ya Allah'. Min ew li emeliyetxaneyê hişt û ez li bendê mam. Piştre gotin ku Esma şehîd ket.'
Sena el Bîltecî diyar kir ku mêrê wê sê roj berê di xewna xwe de dîtiye ku Esma bi bûkaniya xwe diçû bihuştê. Bîltecî dema ku dîmenên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan temaşe kir, giriya û gelek hestiyar bû. Bîltecî got: "Ji derbeyê heta niha em rastî bobelat, hovîtiyê hatin û dema ku min dît Serokwezîr Erdogan ji bo keça min digirî, min got hêj li ser rûyê dinyayê însaniyetî nemiriye."