Abdullah Tel
03 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2019
Serokê Partiya Sibeya Şoreşê ya li Misrê Dr. Eymen Nur ji bo Mihemed bîn Selmanê Mîrzeyê Welîehd ê Erebistana Siûdî got: "Mihemed bin Selman berpirsyariya siyasî îtiraf dike û dixwaze ji berpirsyariya cinayetê xilas bibe. Selman şirîkê vê cinayetê ye û divê berpirsyariya cinayetê îtiraf bike."
Nur di daxuyaniya da nûçegihana AAyê da destnîşan kir ku ew û Kaşikçi hevalê 33 salan bûn û Selman jî rêveberiyeke baş nebir serî.
Di berdewamiya axaftina xwe da Nur diyar kir ku rûyê rastîn ê Selman derket holê û wiha pê da çû: "Rûyê rastîn ê Selman derket holê, tevlî vê cinayeta kirêt di hemû qadan da bi ser neket. Îsal merheleya duyemîn a Şoreşa Ereban ji bo Misir, Sûdan û Cezayirê dubare kir. Cihê perçe û yan jî cesedê Kaşikçi ku nayê gotin nîşan dide ev lêkolînên Erebistana Siûdî ji bêcidiyet in."
Tewekul Karmana aktîvîsta ji Yêmenê ya ku xwedî Xelata Aştiyê ya Nobelê ye jî got ku divê ji bo cinayeta Cemal Kaşikçi ekîbek bê avakirin.
Karmanê destnîşan kir ku wê rejima Siûd ser cinayetê bigire û wiha domand: "Cemal Kaşikçi piştî kuştina xwe jî bi cesedê xwe di kuçeyên Neteweyên Yekbûyî û organîzasyonan da nesekinî û da pey wan. Di xerakirina planên Erebistana Siûdî da bi ser ket. Kaşikçi wan hewlên Bîn Selman ê ku xwe wek rayedarê verastkirina rejima Siûdî dihesiband xera kir. Ev planên wî têk çûn. Divê Selman berpirsyariya cinayetê qebûl bike û bê darizandin."