Elif Orhan
17 Mijdar 2018•Rojanekirin: 18 Mijdar 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Dîrektorê Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî Davîd Beasley da zanîn ku li Yêmenê 18 milyon mirov bi tehdîda birçîmayînê re rû bi rû ye.
Beasley piştî ziyareta Yêmenê ya ku lê şerê navxweyî dewam dike û qeyranên mirovî yên herî xirab êb li dinyayê diqewimin li Navenda Giştî ya NYyê civîna çapemeniyê kir û bal kişand ser rewşa li welêt.
Beasley hişyarî da ku li Yêmenê hindik maye ku xela derkeve û got ku "Li Yêmenê nêzî 18 milyonî mirov bi tehdîda birçîmayînê re rû bi rû ye."
- "Wekî ku mirov qidîka xeyaletekî bîne"
Beasley diyar kir ku li welêt di navbera 8 û 14 milyonî mirov bi birçîmayîna zêde re rû bi rû ye û got ku rewşa li nexweşxaneya "gelekî dilsoj e."
Beasley got ku li nexweşxaneykî ku ziyaret kir de hewl da ku zarokekî bikenîne lê xwe "wekî ku qidîka xeyaletekî tîne" hîs kir.
Li Yêmenê pevçûnên ku di navbera Hûsî û hêzên hikûmetê yên ku yekîneyên koalîsyona bin serkêşiya Erebistana Siûdî de ji 3 salan zêdetir e dewam dike de bi hezaran mirov mirin.
Li gor NYyê li Yêmenê ji 22 milyonî zêdetir mirov hewceyê arîkariya mirovî û parastinê ne.
Li welêt di gelek qadan de qeyrana mirovî heye û ji ber sedemên peydanekirina ava paqij a vexwarinê, kêmxwarin, kêmasiya di melzemeyên tibî û dermanan di serî de kolera gelek nexweşiyên şewbî roj bi roj zêde dibin.