Türkan Tosun
03 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2019
Di êrîşên rejima Esed yên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da sivîlek hat kuştin, 14 sivîl jî birîndar bûn. Rejimê navendeke tenduristiyê hedef girt.
Rejima Esed ji serê sibê pê va ji esman û bejayê êrîşî Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê dike.
Rejimê ji esman êrîşî herêma Kebîneyê, ji bejahiyê jî êrîşî bajarokên Maaretînuman û Kefrenbîla li ser Îdlibê û gundên Kefer Awîd, Sfuhen, Fuleyfîl û Barboyê kir.
Li gor çavkaniyên Parastina Sivîl li gundê Barboyê sivîlek hat kuştin, 7 sivîl jî birîndar bûn.
Rejimê li bajaroka Maaretînumanê jî navendeke tenduristiyê hedef girt. Li vir jê yek xebatkarê tenduristiyê 7 sivîl birîndar bûn. Bi vî awayî hejmara birîndaran bû 14.
Ji mutabaqata ku di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da hat îmzekirin vir va li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê di êrîşên rejim û Rûsyayê da ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin.
Li cihên êrîş lê zêde çêdibin ber bi cihên aramtir û nêzîkî sînorê Tirkiyeyê milyonek û 42 hezar kesî koç kir. Sivîl ji ber ku êrîş dewam dikin û malên wan hilweşiyaye nikarin bizivirin.
Hêzên rejima Beşar Esed mehên borî gelek cihên li başûrê Îdlibê bi dest xistin û niha jî hewl didin gundê Kebîneyêya li başûrê rojhilatê bajarê Lazqiyeyê bi dest bixin. Çavkanî dibêjin heke rejim Kebîneyê bi dest bixe Çiyayê Tirkmen jî wê bikeve.