Haydar Şahin
20 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2018
BEXDA
Ligel banga ji bo sikûnetê ya hikûmeta Iraqê çalakvanên li başûrê welêt protestoyan didomînin.
Komeke qerebalix a li başûrê rojavayê welêt kom bibû rêya diçe Deriyê Sînor ê Îranê ji çûyîn û hatinê ra girt.
Çalakvan ku ji hikûmetê dixwazin bira xizmetan baş bike, pankartên ku pirsgirêkên av, ceyran û birîna ceyranê rexne dikin dabûn destê xwe.
Kerîm Esediyê polêsê Midûriyeta Ewlekariya Meysanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hêzên wlekariyê ji bo rê vekin midaxeleyî çalakvanan kirin, hin kesên li dijî vê derketin jî binçav kirin.
Hikûmeta Heyder Ebadî ya ku ji bo sekinandina protestoyan hewl dide jî ji bo piştgiriya aboriyê bidin herêmê û îstixdamê zêde bikin biryar da.
Ht ragihandin ku Ebadî li Bexdayê bi nûnerên ji bajarê Zîkarê hatibûn ra civîn kir û paşê ev biryara da.
Wekî mayîn di daxuyaniya Navenda Ewlekariyê ya Wezareta Parastinê da hat diyarkirin ku li Bexda û herêmên din kontrol di destê hêzên ewlekariyê da ye.
Di 8ê tîrmehê da li Besraya ku piraniya pêtrola xam a îxracatê tedarik dike çalakiyan dest pê kiribûn û paşê çalakî li Zîkar, Babîl, Meysan, Dîvaniyye û Necefê belav bibûn û herî dawîn jî li Bexdaya paytext çalakî dest pê kiribû.