16 Mijdar 2016•Rojanekirin: 17 Mijdar 2016
BAKU
Wekîlê Serokê Lijneya Birêvebirinê yê Anadolu Agencyê (AA) Prof. Dr. Şaban Kizildag di Kongreya 5emîn a Ajansên Nûçeyan ên Dinyayê (NAWC) ya ku li Bakuyê hat lidarxistin de axivî û got ku digel bûyerên newekhevî, şer, feqîrî, nexweşî, şîdet û cudahiyê dinya diguhre û mirovahî pêş dikeve.
Kizildag destnîşan kir ku peywira dikeve ser milê wan ew e ku digel her tiştê ji bo ku bi milyaran mirovên ku ji bilî ku di nav azadî û aştiyê de bijîn tu hêviyên wan tunin nûçeyên rast û di cî de bistînin û bal kişand ku hember binpêkirina rûmeta mirovan û mafên mirovan hewcedariya çapemeniyeke azad a ku dijî tu tiştê têk naçe di dîrokê de tu carî ev qas girîng nebû.
Kizildag got "Wek AA di her wêneyên me de, di her risteyên ku em dinivîsin de, armanca me ew e ku bi qasî demokrasiya xwe em aştiya gerdûnî û bêyî ku di nav mirovan de tu ferq û mehlî bikin rûmeta mirovan bilind bikin." û da zanîn ku di sala 2015an de li Tehran û Uskupê ofîsên AAyê hatin vekirin, zimanên weşanê derxistin 11an tora nûçeyan li 86 welatan belav bû.
Kizildag got ku di Lûtkeya G20an a ku Tirkiyeyê cara ewil mazûvantiya wê kir de çalakî ji hemû aliyan ve hat nûçekirin û digel vê xizmeta "pool photo" ji aliyê AAyê ve hat kirin û 3 hezar û 80 wêne bi hemû dinyayê re hatin parvekirin û bi bîr xisr ku wêneyên ku di pêşbaziya "İstanbul Photo Awards" a ku di sala 2015 û 2016an de xelat girtin pişt re xelata Pulîtzerê sitandin.
Kizildag qal kir ku misyona jêveneger a AAya ku qala perwerdeya nûçegihaniyê û perwerdekirina nûçegihanên nû dike ye û diyar kir ku rojane ji hezar û 190î zêdetir nûçe, rojane kêm zêde hezar û 900 wêne û 310 vîdeo serwîsê aboneyên xwe dike.
- "Çapemeniya rojava di teşebûsa derbeyê de objektîf tevnegeriya"
Kizildag qala teşebûsa derbeyê ya ku FETO di 15ê tîrmehê de kir, kir û bal kişand hewl dan ku di şevekî de destbiketiyên demokratîk tune bikin.
Kizildag bi mînakan qala weşanên ku roja teşebûsa derbeyê û piştî wê di çapemeniya rojava de dijî Tirkiyeyê hatin kirin de kir û bi bîr xist ku serokekî ku bi rêbazên demokratîk hatiye hilbijartin di nav pêvajoyeke wisa de bû ji teşebûseke derbeyê ya armanca wê ew bû ku wî bigirin an jî bikujin de sax derkeve de bû bi "otorîteriyî" hat sûcdarkirin.
Kizildag got ku "Mixabin ku çapemeniya dinyayê bi awayekî objektîf di ragihandina vê teşebûsa derbeyê ya xwînî (FETO) de berpirsyariya ku dikeve ser milê xwe bi heqaniyet bi cî neanî. Çapemeniya rojava ne tenê di dema teşebûsa derbeyê ya 15ê tîrmehê de û piştê wê dema ku li Misrê Mûrsiyê ku hatibû hilbijartin bi neheqî dîsa bi derbeyekî hat girtin û ew xistin girtîgehê jî û li gelek cihên din jî ji aliyê demokrasî û azadiyan ve helwesteke têrî xwe zelal û eşkere nîşan neda."
Kizildag got ku ev nêrîbeke gerdunî ye û bi destê çapemeniyê belav dibe û wiha axivî: "Ev nêrîn objektîf nîne. Nêrîneke wisa ye ku li piraniya dinyayê zirarê dide baweriya der heqê demokrasî û azadiyan de, jixwedûrxistin, reaksiyon, dijminahiya di navbera çandan de geş dike, şeht li entegrasyina çandên cuda dide."
- "Ev li çapemeniya Rojava ya Azadîxwaz nehat"
Kizildag got ku çapemeniya rojava li Misrê, Filîstînê, Xazeyê, Sûriyeyê ji bêterefiya çapemeniyê wêdetir li gel demokrasiyê jî cî negirt û bal kişand ku serokên dinyayê yên ku di bûyera Charlîe Hebdoyê de ketin milê hev û çapemeniya dinyayê di êrîşên terorê yên li Enqere û Stenbolê de û di dema teşebûsa derbeyê ya 15ê tîrmehê de bi Tirkiyeyê re piştevaniyeke manend nîşan nedan.
Kizildag destnîşan kir ku ev helwesta jinedîtinê hatin ne li gor çapemeniya rojava ya azadîxwaz û çapemeniy azad e.
- Midûrê Giştî yê AZERTACê Aslanov
Midûrê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a Dewletê ya Azerbaycanê (AZERTAC) Aslan Aslanov jî di axaftina xwe de der heqê rojeva kongreyê de agahî dan.
Ji 80 welatan nûnerên 200 ajansan beşdarî Kongreya 5emîn a Ajansên Nûçyan ên Dinyayê ya ku bi mazûvantiya AZERTACê hat kirin bûn. Di kongreyê de digel Kizildag Endamê Lijneya Birêvebirinê Bahadir Saraçgîl û Arîkarê Midûrê Giştî Mustafa Ozkaya AA temsîl kirin.