19 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2016
DEDEAGAÇ
8 leşkerên ku tevî hewildana derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahçî (FETO) bûn û revîn Yûnanistanê û paşê daxwaza sipartina siyasî kirin, ew birin Komîsyona Îlticayê.
Leşker serê sibê ji Girtîgeha Ferecîkê bi minîbusa bizirx va birin Nea Hîliya nêzî bajarê Dedeagaçê komîsyona Îlticayê. Leşker ji rojnamegeran revandin û deriyê para ra kirin hundirê avahiyê.
Derbekar bi hev va kelepçe kiribûn û bi destekî xwe jî rûyê xwe veşartin. Li navendê wêneya derbekaran wê were kişandin û wê ji bo daxwaza wan a sipartinê wan hildin mulaqatê.
Piştî kar û baran wê derbekaran cardin bibin girtîgehê.
Li gor prosedura îlticayê ya Yûnanistanê, wê di nav 3 hefteyan da bersiva daxwaza îlticayê were dayîn.
Li ser daxwaza parêzerên 8 derbekaran danişîna wan duh hatibû taloqkirin û wê 21ê tîrmehê roja pêncşemê saet 12an da were kirin.