Türkan Tosun
29 Nîsan 2019•Rojanekirin: 30 Nîsan 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya ziyareta xwe ya Iraqê da li Hewlêrê bi Misteşarê Ajansa Ewlehiyê ya HKIyê Mesrûr Barzanî ra hat bal hevdu.
Çavuşogluyê ku piştî hevdîtinên xwe yên li paytext Bexda û Basrayê duh êvarê hat Hewlêrê li vir jî di avahiyê Serokwezîrtiyê yê HKIyê bi Barzanî ra hevdîtinek pêk anî.
Hevdîtina Çavuşoglu û Barzanî ji çapemeniyê ra girtî çêbû.
Çavuşoglu duh li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, hemtayê xwe Mihemed Elî el-Hekîm, Serokê Meclisa Iraqê Mihemed el-Helbûsî û parlamenterên Tirkmen ra hevdîtin kiribû. Çavuşoglu paşê li Basrayê bi Walî Esed el-Îdanî ra jî hevdîtin kiribû.