Türkan Tosun
29 Nîsan 2019•Rojanekirin: 29 Nîsan 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got "Birayên me yên Tirkmen ên ku nijada 3yemîn a herî mezin a Iraqê û nijada 2yemîn a herî mezin a HKIyê ne divê him li Iraqê û him jî li HKIyê di rêvebiriyê da bên temsîlkirin."
Çavuşoglu di çarçoveya ziyareta xwe ya Iraqê da li Hewlêrê bi Tirkmen û rayedarên Eniya Tirkmenan a Iraqê ra hat bal hevdu.
Wezîr Çavuşoglu piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek wiha parve kir: "Birayên me yên Tirkmen ên ku nijada 3yemîn a herî mezin a Iraqê û nijada 2yemîn a herî mezin a HKIyê ne divê him li Iraqê û him jî li HKIyê di rêvebiriyê da bên temsîlkirin."
Çavuşoglu duh li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, hemtayê xwe Mihemed Elî el-Hekîm, Serokê Meclisa Iraqê Mihemed el-Helbûsî û parlamenterên Tirkmen ra hevdîtin kiribû. Çavuşoglu paşê li Basrayê bi Walî Esed el-Îdanî ra jî hevdîtin kiribû.