Haydar Şahin
03 Tebax 2018•Rojanekirin: 03 Tebax 2018
SÎNGAPUR
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu têkiliyên xwe yên di çarçoveya Civîna Wezîrên Karên Derva ya Yekîtiya Neteweyan a Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) ya 51ê da didomîne.
Wezîr Çavuşoglu di çarçoveya hevdîtinan da bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo ra hat ba hev. Hevdîtinê di saet 07.30yî da (li gor saeta Tirkiyeyê) dest pê kir û bi qasî 2 saetan dewam kir.
Herî dawîn beriya hevdîtina rûbirû ya li Sîngapurê li ser daxwaza Amerîkayê Çavuşoglu û Pompeo di 1ê tebaxê da bi têlefonê axivîbûn, beriya wê jî di 18, 26 û 28ê tîrmehê da herdu wezîran têkilî danîbû. Çavuşoglu û Pompeo di nav 15 rojan da 4 caran îstişare kiribûn.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "(Hevdîtina Pompeo) Me got ku bi zimanê tehdîdkar û zextan va meriv nagihêje encamê. Li gor me ev hat fehmkirin."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu got ku hevdîtina Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Pompeo erênî derbas bû, ji bo çareserkirina pirsgirêkan xebatê bidomin.