Li gor agahiyan stokên çekên kîmyewî yên Sûriyeyê dê ji Lengergeha Latakyayê bişînin welatekî din, ji wî welatî jî dê li keştiya DYAyê ya ku ji bo îmhakirinê amade ye, bar bikin.
Li ser navê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û NYyê koordînatorê taybet yê mîsyona îmhakirina çekên kîmyewî yên Sûriyeyê Sîgrîd Kaag, der barê mijarê de agahî da Konseya Ewlehiyê ya NYyê.
Kaag piştî civînê daxuyanî dan rojnamevanan û got ku di qedexekirina çekên kimyewî yên Sûriyeyê de derbasî merheleya sêyemîn "derxistina cebilxaneya kîmyewî ya derveyî welêt" bûn.
Kaag da zanîn plan dikin ku cebilxane dê bi destê sûriyiyên perwerdekirî ve bên pakêtkirin û piştî ku hatin mohrkirin dê bibin Lengergeha Latakyayê. Kaag got ku keştiyên bazirganiyê yên ku dê ji hêla endamên NYyê ve bên amadekirin, dê pakêtan ji wir bigirin û bibin lengergeheke din. Ji wir jî dê derbasî keştiya DYAyê ya ku dê cebilxaneyê îmha bike, bikin.
Kaag agahî neda ka keştiyên bazirganiyê yên kîjan welatan dê kargoyê ji Lengergeha Latakyayê bar bikin, kargoyê dê ewil bibin lengergeha kîjan welatî û cihê îmhakirina cebilxaneyê ku der e.
Kaag got ku "ya ji her tiştî girîngtir şertên ewlehiya Sûriyeyê ne" û destnîşan kir ku qedandina mîsyonê ya ku di maweya biryara Konseya Ewlehiyê ya NYyê de hatiye diyarkirin, girêdayî şertên ewlehiya li Sûriyê ne.
Kaag got ku Lengergeha Latakyayê ji hêla hikûmeta Sûriyeyê ve hat diyarkirin. Bi awayekî ewledar anîna cepxaneyê ya wê derê di berpirsyariya hikûmetê de ye.
Kaag diyar kir ji bo ku mîsyonê li gor standartên navneteweyî bi awayekî ewledar biqedînin, bêtir hewceyê çavkaniyên malî ne.
Li gor agahiyên KENYyê divê cebilxaneya kimyewî heta dawiya salê derxînin derveyî welêt û heta nîvê sala bê jî hemû sîstem û cebilxaneyên çekên kimyewî bên îmhakirin.