Êrîşên duh nîvroyê li bajarê Kerkûkê dest pê kirin û heta derengê şevê li navenda danûstandinê dewam kir, bi mudaxeleya hêzên ewlehiyê bi dawî bû.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê bi dest xist, komeke êrîşkar xwest ku Midûriyeta Îstixbarata Kerkûkê dagir bike, li ser vê ji komê 4 êrîşkar hatin girtin lê hinekan jî navenda danûstandinê dagir kir.
Êrîşkaran di qatê sêyemîn de bombe bi cih kirin, pişt re derketin banê avahiyê û gule berdan derdorê. Li ser vê gulebaranê gelek kesên li herêmê birîndar bûn. Hêzên ewlehiyê jî gule berdan avahiya danûstandinê. Êrîşê heta saet 24.30an dewam kir û li ser mudaxeleya hêzên ewlehiyê di avahiyê de şewat derket û pişt re jî avahiya ku ji 5 qatan pêk dihat şewitî.
Tê texmînkirin ku êrîşkarên ku avahî dagir kirin, di avahiyê de şewitîn. Piştî êrîş û şewata avahiyê Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm, hat cihê bûyerê û daxuyanî da nûçegihanan.
Walî Kerîm, got ku bi alîkariya yekîneyên têkoşker bûyer girtin bin kontrolê. Walî, got ku ji bo berxwedanê spasyên xwe pêşkêşî hêzên ewlehiyê dike û wiha dewam kir: "Gelê Kerkûkê dê ji heqê bûyerên wiha derkeve û li ber teroran serê xwe netewîne."
Walî Kerîm, da zanîn ku di encama êrîşan de 5 kes şehid bûn, gelek kes jî birîndar bûn û birîndar sewqê nexweşxaneyê kirine. Walî got niha Kerkûk bi ewle ye, gel dikare biçe ser karê xwe.