Nihat Kavşut
30 Mijdar 2017•Rojanekirin: 30 Mijdar 2017
WASHINGTON
Nikkî Haleya Balyoza Neteweyên Yekbûyî ya Amerîkayê ji bona ceribandina moşeka balîstîk ya herî dawîn bi destê Koreya Bakur hat kirin destnîşan kir rêvebiriyên Pyongyang û Washingtonê "piçekî din jî nêzîkî şer kir."
Haleya di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî da xeberda wiha got: "Heger şer derkeve ji ber bûyerên ku em herî dawîn bûn şahid wê derkeve. Heger şer derkeve bêguman wê Koreya Bakur bi temamî ji holê bê rakirin."
Nikkî Haleyê destnîşan kir Donald Trumpê Serokê Amerîkayê do li Şî Cinpîngê Serokê Dewleta Çînê geriya û destnîşan kir divê Çîn nefta xam nefiroşe Koreya Bakur.
Trump jî piştî ku bi têlefonê bi Şî ra xeberda li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî dabû û destnîşan kiribû wê îro dijî Koreya Bakur hin astengkirinan bidin destpêkirin.
Koreya Bakur do ragihandibû bi saeta herêmî di 02.48an da moşeka balîstîk ceribandiye. Hatibû ragihandin moşeka şandine 53 deqîqe di rêya xwe da çûye û li Behra Japonê gihîştiye hedefa xwe.