10 Sibat 2016•Rojanekirin: 10 Sibat 2016
SEUL
Hat îdiakirin ku Sererkanê Koreya Bakur General Ri Yong-gil hat îdamkirin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Koreya Başûr Yonhapê di nûçeya xwe ya ku jêdera wê çavkaniyên nêzîkî welat in da ragihand ku Sererkanê Artêşa Gelê Koreya Bakur General Ri Yong-gil hat îdamkirin.
Çavkaniyê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, got ku Ri bi gendelî û berjewendiya şexsî va hat tawanbarkirin û cezayê wî yê mirinê hefteya borî hat cîbicîkirin.
Ri hefteya borî beşdarî mersima berzkirina roketa menzîldirêj a roja yekşemê nebibû û herwisa beşdarî civînên partiya desthelat û artêşê jî nebibû. Ev jî vê îdiyê piştrast dikin. Rojnameya Rodong Sinmunê a di kontrola dewletê da di lîsteya kesên ku beşdarî pîrozbahiyan bûn da şûna Ri navê Wezîrê Ewlekariyê General Ri Myong-su weşand.
Piştî mirina bavê xwe Kim Jong-il a di 2011an da Kim Jong-un rêveberî hilgirtibû û tevî apê xwe hin rayedarên payebilind dabû îdamkirin.