19 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
TOKYO
Koreya Bakur ragihand ku motora nû ya roketên hemdem a ku wekî "kewşeke di asta şoreşê da" tê tewsîfkirin, hat ceribandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA) motora nû ya roketên hemdem bi beşdariya Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn va li tesîsa pekandinê a Sohaeyê hat ceribandin.
Kîm di axaftina xwe ya li merasîmê da ceribandin wekî "bûyereke dîrokî û girîng" pênase kir û destnîşan kir ku motora nû bona bernameya fezayê ya Koreya Bakur "wekî şoreşekî" ye.
Di nûçeya KCNAyê da hat destnîşankirin ku motora nû ya roketên hemdem dê di bernameyên feza û pekandina peykê yên Koreya Bakur da bên emilandin.