Dinya

Cihûyên tundraw avêtin ser Mescida Eqsayê

152 cihûyên tundraw bi hevaltiya polêsê Îsraîlê va ketin hewşa Mescida Eqsayê

İbrahim Atmaca  | 18.03.2018 - Rojanekırın : 19.03.2018
Cihûyên tundraw avêtin ser Mescida Eqsayê

Quds

QUDS 

Hat ragihandin ku 152 cihûyên tundraw bi hevaltiya polêsê Îsraîlê va avêt ser Mescida Eqsayê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Îdareya Weqfên Îslamî yên Qudsê da wiha hat gotin: "Bi dehan cihûyên tundraw, bi hev ra avêtin ser Mescida Eqsayê."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di bin parastina polêsê Îsraîlê da 47 jê esker cihûyên tundraw avêtin ser Mescida Eqsayê û hurmeta Harema Şerîf îhlal kirin.

Li gor salnameya Îbranî cezjan Pesahê ji serê 'Nîsan'ê dest pê dike û dibe ku cihûyên tundraw êrîşên li ser Mescida Eqsayê zêdetir bikin.

Mescida Eqsayê li Qudsa Rojhilat a di bin dorpêçê da ye. Mescid qibleya ewil a misilmanan e. Cihû bi îdiya ku bermahiyên Mabeda Suleyman di binê Kulliyeya Mescida Eqsayê da ye, cihû binî dikolin û îdia dikin ku mafên wan jî heye ew li Harema Şerîf îbadetê bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.