Önder Beyter
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
TAHRAN
Civîna Aboriya Têkel a 26emîn a Tirkiye-Îranê di bin hevserokatiya Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî û Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganiyê yê Îranê Mûhemmed Şerîetmedarî da li Tehrana paytextê Îranê hat kirin.
Zeybekçî di axaftina xwe ya di rûniştina dawîn a civîna 26emîn da destnîşan kir ku di navbera herdu welatan da biryarên zehf girîng hatin wergirtin.
Zeybekçî diyar kir ku binesaziya aboriya Tirkiye û Îranê xurt e û wiha dewam kir, "Rêkeftina bazirganiya serbest a ku wê di navbera herdu welatan da were îmzekirin, divê li tevahiya dinyayê bibe nimûne."
Tê destnîşankirin ku di Civîna Aboriya Têkel a 26emîn ya li Tehranê da peymanek hat îmzekirin ku li gorî vê wê salane di warê endazyarî û xizmeta teknîkî da 10 milyar dolar bazirganî were kirin.