Türkan Tosun
11 Îlon 2018•Rojanekirin: 11 Îlon 2018
CENEVRE
Civînên fermî yên di navbera Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstura û rayedarên welatên garantor Tirkiye, Rûsya û Îranê da ji bo Komîteya Qanûna Bingehîn li Cenevreya bajarê Swîsreyê dest pê kir.
Di 30yê Çileya Paşîn a 2018an da li Soçiyê di Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê da biryar hatibû dayîn ku komîteyeke Qanûna Bingehîn bê avakirin. Piştî vê biryarê niha civîn tên kirin ku ev komîte bê avakirin.
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstura bi saeta Tirkiyeyê ji saet 11.20an pê va li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî bi heyetên ji Tirkiye, Rûsya û Îranê ra hevdîtinan dike.
Bendê ne ku ev hevdîtin heta êvarê dewam bikin û li ser hurgiliyên Komîteya Qanûna Bingehîn kûr û dûr bê axaftin.
Li ser navê Tirkiyeyê Sedat Onelê Alîkarê Wezîrê Karên Derva beşdarî civînan dibe.
Aleksandr Lavrentîevê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Rûsyayê û Sergey Vershînînê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê wek heyeta Rûsyayê, Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Îranê Huseyîn Cabirî Ensarî jî li ser navê Îranê beşdarî civînan dibin.
Duh heyeta Tirkiye û Rûsyayê ji çapemeniyê ra girtî civînek kiribû, paşê heyetên Tirkiye û Îranê li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî hatibûn bal hev.
Di danezana encama civîna meha tîrmehê ya li Rûsyayê hatibû kirin da behsa avakirina Komîteya Qanûna Bingehîn hatibû kirin.
Hatibû gotin Tirkiye, Rûsya û Îranê li hev kiriye di bin çavdêriya NYyê li Cenevreyê di demeke kurt da xebatên Komîteya Qanûna Bingehîn bên kirin.
Lijneya Bilind a Mizakereyê ya Sûriyeyê navê 50 namzedan ên ku di Komîteya Qanûna Bingehîn da muxalefetê temsîl bikin di 5ê Tîrmehê da teslîmî Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî kiribû.
Ji bo şerê navxweyî ya ku 7 sal e li Sûriyeyê dewam bike biqede di bin banê NYyê da civîn tên kirin.