İbrahim Atmaca
11 Îlon 2018•Rojanekirin: 12 Îlon 2018
ÎDLIB
Li Îdliba bajarê Sûriyeyê mixalifên mûtedîl bi 70 hezarî zêdetir çekdarî va li hember êrîşên rejima Beşşar Esed bajêr diparêzin.
Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê di destê mixalifan da wek keleha dawîn maye û ew jî di navbera mixalifên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê û koma çekdar a dijî rejimê Heyet Tehrîr Şam (Heyeta Azadkirina Şamê) da bûye keriyan
Lê li bajêr komên ku esil serdest in, ji mixalifên mûtedîl pêk tên.
Li Îdlibê bi tevahî 14 komên mûtedîl hene. Ev kom di serê meha çûyî da ji ber amadehiya rejima Esed û piştgirên wê, bûbûn yek.
Feylaqê Şam, Artêşa Nesrê, Artêşa Azad a Îdlibê, Tumena Qeraxê 1emîn, Tumena Qeraxê 2yemîn, Firqeya 1em, Artêşa 2yem, Artêşa Bijarteyan, Şuheda El Îslam Dareyya, Tûgaya El Hurriyeyê, Firqeya 23yemîn, Eniya Rizgariyê ya Sûriyeyê, komên Ceyşul Ahrar û Sukuru Şamê bûn yek.
Bi yekbûna koman va mixalifên mûtedîl bi 70 hezarî zêdetir çekdarî va li Îdlibê dijî rejimê koma herî mezin ava kir.
Mixalif li hemû xetên eniyan bi cih bûne.
Ji bilî mixalifan, komeke din a ku li Îdlibê serdest e Heyet Tahrîr Şam e. Piştî ku Eniya Nusrayê par serê salê belav bû, nêzî 25 hezar çekdarên nav Nusrayê Heyet Tehrîr Şam ava kir. Ji ber ku di mehên dawîn da gelek şax ji komê veqetiyan, kom lawaz bû.
Çend hezarên ku ji Nusrayê veqetiyan jî koma bi navê Hurrasuddîn ava kir. Ev kom weke berdewamiya El Qaîdeyê tê zanîn.
Di na 10 rojên dawîn da rejim û piştgirên wê li ser hev êrîşî başûr û başûrê rojavayê Îdlibê û bakurê Hamayê dikin. Digel xetên eniyan ên mixalifan, êrîş li cî û warên sivîlan jî tên kirin û herî kêm 30 sivîl hatin kuştin. Komên mixalif jî bi fuzeyan êrîşî baregehên eskerî yên rejima Esed dikin.