01 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
MÛSIL
Rojhilatê bajarê Mûsilê ku navenda wîlayeta Nînowayê ye ji DEAŞê hat rizgarkirin û gencên wî bajarî bi dirûşma "Helluha Ecmel-Bila Ciwan Bibe" li ser medyaya civakî bala raya giştî dikşînin û dixwazin şopa rêxistina terorî li warê wan nemîne.
Mûsil piştî şer û pevçûna 3 mehan rojhilatê wê heta Çemê Dîcleyê ji DEAŞê rizgar bû. Li nav bajêr şerê kolan bi kolan û sîng bi sîng rûdan û texrîbatên mezin hatin holê. Xerabeyên ji şer mayî hê jî li cihê xwe ne.
Gencên Mûsilê bi dirûşma "Helluha Ecmel-Bila Ciwan Bibe" li ser medyaya civakî bala raya giştî dikşînin û dixwazin şopa rêxistina terorî li warê wan nemîne. Genc bangî hemû berpirsan dikin ku dest bidin destê wan û Mûsilê ji şopa terorê paqij bikin.
Genc û xelkê Mûsilê hemû mil didin vê kampanyayê û hewl didin ku bajarê wan bibe cihê jiyanê.
Xelk diyar dike ku ew ser bi tu rêxistin û partiyan e û bi îradeya xwe ev xebat dane destpêkirin.
Xelk dibêje ku ew wezîfeya xwe ya welatîbûnê bicih tînin û dê di demeke nêz de hemû şopên xerab li ser Mûsilê rakin.