28 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2018
EFRÎN
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da Çiyayê Bûrseyayê yê stratejîk ê li bakurê rojhilatê Efrînê dikeve bidest xistin.
Hêzên TSK û ASAyê ji Ezez a li rojhilatê Efrînê dikeve ber bi Çiyayê Bûrseyayê yê stratejîk ê di PYD/PKKya rêxistina terorê da cih digirt operasyon dan destpêkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê ye da Çiyayê Bûrseyayê yê stratejîk hat xilaskirin.
Rêxistina terorê ji Çiyayê Bûrseyayê him herêma Ezeza di bin kontrola muxalifan da û him jî navenda Kilîsê baş didît û wan deran ji xwe ra dikir hedef, top û moşek diavêt.
- 18 dever hatin rizgarkirin
Ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha li 5 bajarokên Efrînê tevlî Çiyayê Bûrseyayê bi tevahî 18 dever ji rêxistinê hatin stendin.
-TSK: "Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da Çiyayê Burseyayê hat bidestxistin. Berterefkirina terorîstan a ji herêmê dewam dike."
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ragihand ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da Çiyayê Burseyayê hat bidestxistin û berterefkirina terorîstan a ji herêmê jî dewam dike.
Serokatiya Sererkaniyê der heqê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku TSK û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) a Tirkiye piştgirî didê di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da Çiyayê Burseyayê (Barşah) bidestxistin û li wir ji bo herêmê ji terorsîtan safî bikin xebatên xwe didomînin.
Hat gotin ku operasyona ji hewayê helîkoptêr û wesayîtên hewayî yên bêmirov û ji bejayê jî wesayîtên top û guleyan diavêjin piştgirî didinê bi awayê plankirî dimeşe.

Sererkanî: "Di nav rojê de 73 mensûbên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin. Ji destpêka herekatê ve 557 terorîst hatin berterefkirin.
Sererkaniyê da zanîn ku di çarçoveya Herekata Çiqlê Zeytûnê de 557 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn de hat bibîrxistin ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) ve ji bo ku li hidûd û herêmê ewlehî û îstiqrar bê bidestxistin, li herêma Efrîna li bakurê rojhilatê Sûriyeyê terorîstên endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê bên berterefkirin, gelê herêmê yê dost û bira ji zilm û tehdeya endamên rêxistina terorî xilas bibin di 20ê kanûna paşîn di saet 17.00an de "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" hat destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herekat di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên ji hiqûqa navneteweyî derdikevin, mafê xweparastina meşrû ya ku di madeya 51emîn a peymana NYê û biryarên eleqedar ên KENYê yên der barê têkoşîna dijî terorê de bi rêzgirtina yekîtiya axa Sûriyeyê tê kirin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di dema plankirin û îcrakirina herekatê de tenê terorîst û sitargeh, hêwirgeh, kozik, çek, wesayît û amûrên wan hedef tên girtin, ji bo ku kesên sivîl/mesûm zirarê nebînin gelekî baldar in û hesasiyet nîşan didin.
- "13 balafirên ku beşdarî herekatê bûn di nav ewlehiyê de vegeriyan"
Di daxuyaniyê de der barê herekatê de ev agahî hatin dayîn:
"Herekata Çiqlê Zeytûnê ya ku bi herekata asîmanî, firokeyê tearûzê, droneyên çekdar û wasiteyên piştgiriya agirê ya bejayê tê piştgirîkirin wekî hatiye plankirin serkeftî dewam dike. Bi herekata asîmanî ya ku hat kirin 20 hedefên ku ji aliyê PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorê wek sitargeh, hêwirgeh, depoya cebilxaneyê û kozikên çekan tên bikaranîn hatin îmhekirin. 13 balafirên ku beşdarî herekatê bûn di nav ewlehiyê de vegeriyan baregehên xwe. Li gor agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin di çarçoveya Herekata Çiqlê Zeytûnê de îro di nav rojê de 73 mensûbên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin. Ji destpêka herekatê ve 557 terorîst hatin berterefkirin."
Hat ragihandin ku di pevçûnên îro yên bi PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorê re de ji TSKê du esker bi sivikî birîndar bûn û mensûbekî ASAyê şehîd ket û 4 mensûbên ASAyê jî birîndar bûn lê xetereya jiyana wan tune.