07 Hezîran 2016•Rojanekirin: 08 Hezîran 2016
WASHINGTON
Hat ragihandin ku li DYAyê di pêşbaziya serokatiyê da Hillary Clintona bernamzeda Partiya Demokrat ku Wezîra Karên Derva ya berê ye, gihîşt wê hejmara delegeyan ku namzeda partiyê ya ji bo serokatiyê garantî kir.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Amerîkayê, bernamzeda Demokratan Clinton, di pêşhilbijartina li Puerto Rico ya roja yekşemê da 68 delegeyên din jî qezenc kir û gihîşt 2 hezar û 384 delegeyî.
Di Partiya Demokrat da seba namzediyê hejmara mecbûrî ya delegeyan 2 hezar û 383 ye. Bi reqama ku bi dest xist va Clintonê hejmara delegeyan a mecbûrî derbas kir.