06 Hezîran 2016•Rojanekirin: 07 Hezîran 2016
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî merasîma cinazeyê boksorê efsanewî Mihemmed Elî bibe wê here Amerîkayê.
Li gor agahiya çavkaniyên Serokomariyê, Erdogan wê şeva çarşemê here Amerîkayê û roja pêncşemê beşdarî cinazê Mihemed Elî bibe.
Îmam Zaîd Şakir wê nimêja cinazeyê Mihemed Elî bide kirin û Serokomar Erdogan jî wê nimêja cinazeyê Elî bike.
Hat ragihandin ku Erdogan wê roja înê beşdarî merasima bibîranîn û rêkirina Mihemed Elî jî bibe.