Nihat Kavşut
20 Gulan 2017•Rojanekirin: 21 Gulan 2017
WASHINGTON
James Comeyê Dîrektorê Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) yê bi destê Donald Trumpê Serokê DYAyê ji wezîfeyê hat hildin wê li ber Komîteya Îstixbaratê ya Senatoyê ya DYAyê îfadeyê bide.
Li gor daxuyaniya Komîteya Îstixbaratê ya Senatoyê ya DYAyê Comeyê dawiya vê mehê pirsên senatoran bibersivîne û rûniştinê ji raya giştî ra vekirî be.
Di rûniştina ku zindî wê bê weşandin da Comeyê der barê biryara Trump da biaxive. Tê gotin daxuyaniyên Comey ji bo lepirsîna der heqê Rûsyayê da girîng e.
Komîteya Îstixbaratê ya Senatoyê ya DYAyê û Komîsyona Edaletê ya Senatoyê ji bo biaxive ji Comey ra name şandibûn.
James Comey 10ê gulanê bi destê Trump ji wezîfeyê hatibû hildan.