03 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
WASHINGTON
Li Kongreya Emrîkayê 22 Senatorên Komarparêz û Demokrat bi nameyekê bangewazî li rêvebiriya Serok Donald Trump kirin ku ji ber ceribandina moşeka balîstîk zextê li ser Îranê zêdetir bike biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bide bicihkirin.
Senatorê Komarparêz ê eyaleta Tennesseeyê Serokê Komîteya Têkiliyên derve Bob Corker û Senatorê Demokrat ê eyaleta Marylandê Benjamin Cardin name nivîsandin û 22 senatoran îmze kir. Di nameyê de metirsiya li ser ceribandina moşeka balîstîk ji aliyê Îranê ve hat ziman û daxwaz hat kirin ku Trump zextê zêdetir bike.
Di nameyê de daxwaz wiha hatin ifadekirin: "Ji piştgiriya grûbên terorî heta ceribandina moşeka balîstîkî, Îran di nav fealiyetên bêîstiqrarkirinê de ye. Ji bo Îran van fealiyetên xwe bisekinîne divê lîderên Îranî zexta hewce hîs bikin. Divê zextên mewcûd tam bêne bicihkirin û ji bo moşeka balîstîk jî zextên nû bêne diyarkirin."
Senatoran bal kişand ser wê yekê ku raya navneteweyî dikare li hemberî Îranê bê cem hev û hewlên rêvebiriya Trump der barê hesabpirîna ji Îranê destek dikin.
Herwiha bangewaziya Emrîkayê ya ji bo civîna lezgîn a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi memnûniyet hat pêşwazîkirin û daxwaz ji NYê kirin ku ji bo biryarên li ser Îranê werin bicihkirin lîderiya raya giştî bike.