Elif Orhan
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
RAMALLAH
Hat ragihandin ku dagdeha eskerî ya Îsraîlê ji bo ku Fewzî el-Cuneydiyê sembola berxwedana Qudsê yê 16 salî negirtî bê darizandin bi kefaletê serbest bê berdan.
Dadgeha eskerî ya Oferê ya li rojavayê bajarê Ramellahê ya Şerîeya Rojava ya dagirkirî ji bo ku Cuneydiyê filistînî bi 10 hezar şekel (11 hezar TL) kefaletê negirtî bê darizandin serbest bê berdan.
Ferah Debayîseyê parêzerê Cuneydî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku biryara bi kefaletê serbestkirina miwekkîlê wî yê ku 21 roj in binçavkirî bû ji aliyê Dadgeha Eskerî ya Oferê ve hat qebûlkirin û dozgeriyê daxwaza maweya binçavkirinê red kir.
Debasiye da zanîn ku Cuneydî di 14ê kanûna paşîn a 2017an de dê ji nû ve derxînin dadgehê.
Cuneydiyê filistînî di 7ê kanûna pêşîn de li bajarê El-xelîla li Şerîeya Rojava "bi çavgirtî" ji aliyê gelek eskeran ve hatibû binçavkirin, vê dîmenê di çapemeniya civakî de gelekî deng dabû.
Dadgeha Oferê yekşema borî biryara bi kefaletê serbestkirina Cuneydî qebûl kiribû lê belê dozgeriyê îtirazê vê yekê kiribû.