Elif Orhan
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
TUNUS
Serokomarê Tunisê El-Bacî Qaîd es-Sîbsî nîşana dewletê teqdîmê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.
Her du serokan li Qesra Serokomariyê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Sîbsî pişt re ji bo rûmeta Serokomar Erdogan xwarin da. Emîne Erdogana xanima Serokomar Erdogan û Şazliye Qaîd es-Sîbsiyê xanima El-Bacî Qaîd es-Sîbsiyê Serokomarê Tunisê jî beşdarî xwarinê bûn.
Erdogan û Sîbsî demekê li tabloyên li Qesra Serokomariyê ya Tunisê nêrîn.
Ji aliyê din ve piştî hevdîtina rû bi rû û nav heyetan wêneyê malbatê hat kişandin.