06 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
PEKÎN
Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng ji bo veberhênanên biyanî ya li welêt wiha got: "Deriyê Çînê yê ku vekirî wê careke din neyê girtin."
Şî beşdarî komcivîna "Civînên Salane yên Heyama 5emîn a 12emîn Kongreya Gel a Neteweyî ya Çîne" ya ku ji hêla delegasyonên Şanghayê ve hat lidarxistin bû.
Serok Şî li wir xîtabî delegasyonên bajêr kir û wiha axivî: "Hişê xwe azad bikin, nûjen bin û bi vî awayî ji gel re bibin mînak."
Şî anî ziman ku divê Herêma Bazirganiya Serbest a Şanghayê xwe pêşva bibe û li welêt serkêşiyê bikişîne û wiha got: "Deriyê Çînê yê ku vekirî wê careke din neyê girtin."
Şî got ku înovasyon di aboriyên modern de pir giring e û bi saya gavên nû reform dikevin rewacê.
Herêma Bazirganiya Serbest a Şanghayê wek herêma bazirganiya serbest a Çînê ya ewil di sala 2013an de dema ku Şî dest bi wezîfeyê kiribû, hatibû avakirin.