06 Adar 2017•Rojanekirin: 06 Adar 2017
ERBİL
Herêma Kurdistana Iraqê hişyarî da ku rêxistina terorî PKK hê jî bi çekên giran ji Sûriyeyê ber bi navçeya Şengalê ve diçe û li vir bicih dibe.
Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê der barê hebûna PKKyê li Şengala navçeya Mûsilê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de li ser mijara tevgera leşkerî ya li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê agahî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "PKK ji bo li herêma Kurdistanê tevlihevî çêbibe, bênavber ji Sûriyeyê çekên giran dikşîne xanesora gundê Şengalê û herêma sînor . Rêxistin bêyî destûra Herêma Kurdistanê û îradeya gelê êzidî li Şengalê bicih bû. Herêma Kurdistanê tu carî destûr nade ku heremeke bi çek û dereqanûn ava bibe. Herêma Kurdistanê banga 'milîtanên PKKyê bila Sîncarê biterikînin' dubare dike."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo êzidiyên ku rastî zilma DEAŞê hatin xwe biparêzin heta niha 8 hezar êzidiyên şoreşger girtin nav xwe û ji bo hin din jî bigrin, hevdîtinan didomînin.