Abdullah Tel
23 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
PEKÎN
Wezîrê Karên Derva yê Çînê Vang Yî diyar kir ku ew piştgiriyê didin Filistîneke serdest û serbixwe ya sînorên wê li gor sala 1967an in û paytexta wê Qudsa Rojhilat e.
Li gor nûçeya ajansa Şînhuayê Wezîr Vang li paytext Pekînê bi Ehmed Majdalanî û Nabîl Shaath ên nûnerên taybet ên Mehmûd Ebbasê Serokê Dewleta Filistînê re hat bal hev.
Vang got ku ew çareseriya dudewletî diparêzin û bangî civaka navneteweyî kir ku bila ji bo vê mijarê hewl bidin û wiha pê da çû: "Pirsgirêka Filistînê pirsgirêkek li meydanê ya berbiçav e û heta ev neyê çareserkirin li Rojhilata Navîn aştî pêk nayê."
Wezîr Vang bi taybetî destnîşan kir ku Çîn piştgiriya Filistîneke serdest û serbixwe ya sînorên wê li gor sala 1967an in û paytexta wê Qudsa Rojhilat e dike.